Daxweyanîya yekîneyen berxwedana şingalê YBŞ ji ber burdomankrna Wesayîteka wan ji aliyê dewleta turk ve

Zewa News/Şengal

Ji bo raya giştî:

Di roja salvegera rizgarkirina Şengal de bi şev seet derdorî 11’an de di encamê êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser seyarekî me de çêbû hevalê me endam û fermandarê YBŞ’ê Rêheval Berxwedan û Argêş Feqir şehît bûn û hevrêyek me jî birîndar bû. Di serî de em ji malbatê rêhevalên me yên şehîd re sersaxî dixwazin û ji bîrîndarê me re şîfa dixwazin.

Di rojek me ya pîroz de pêkanîna êrîşek bi vî rengî a dewleta faşîst, bi manîdare. Bêguman ev êrîş ji bê tehemuliya dewleta Tirk ya qirker li hember rizgarkirina Şengal tê. Tu carî rizgarkirina Şengal hezim nekirin û ji bo rizgarkirina miletê me vala derxînin her tiştî dikin. Miletê me roja salvegera rizgarkirina Şengal weke şahîyekî pîroz kirin û bi coşekî mezin xwedî li vê rojê derketin. Di heman demê de îro miletê me şehîdên vê xakê jî bi bîr anîn. Tam jî di rojek bi vî rengî de êrîşek ne merdane, êrîşek hovane pêk anîn. Ev pir eşkere dide xwuyakirin ku tehemula dewleta Tirk ya qirker û faşîst ji rizgarkirina Şengal nîne. loma bi van êrîşen xwe re dixwaze şurê xwe her li ser situyê me deyne û rêbazê DAIŞ’ê her di meriyetê de bihêle. Dixwaze rojên şahî jî, li me reş bike û rojên reş bi me bidin jiyankirin. Ji ber dewleta Tirk her timî bi DAIŞ’ê re di nava hevkariyê de bu û îro jî ev rastî neguheriye. Ew bi van êrîşan dixwaze ji berxwedêrên Şengalê tol bigre da ku kiryarên DAIŞ’ê her di meriyetê de bihêle. Ji ber vê, di rojek bi vî rengî de, dixwaze sîhek deyne ser şahiya miletê me.
Hevalê me Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr gava çibun hevdîtina malbatên xwe di wesayitek sîvîl de hedef hatine kirin. Her du hevalên me di emrek ciwan de xwe kiribun fermandarên çeleng, jêhatî û gelek mezin. Di nava refên YBŞ’ê de xwedî rolek sereke bun. Bi fedekariya xwe, bi hevaltîya xwe û bi dilsozîya xwe ya şoreşê ji bo hemû hevreyên xwe bune mînak. Ji ber her du hevreyên me rêhevalên Çekoyan, Agiran, Pîran’an, Dîndaran û Çiyayan bu. Ji xwe ew hêrsa dilê wan ji vê rastiyê dihate. Herdu hevreyên me ji êşîra me ya Feqîrin, ya ku di nava têkoşîna me de xwedî gelek şehîdên hêja yên wek Dijwar, Çiya, Serhed û Serhildanan e.
Rêheval Berxwedan ji malbatên me hêja ku bi ax û ola xwe ve girêdaye. Di sala 2017’an de tevlî nava refên YBŞ’ê buye û gelek erk û berpirsiyariyên mezin girtiye ser mile xwe. Xwedî dilekî wêrek bu, li hember dijmin gelek bi hêrs û kîn bu. Ji ber ku heval Berxwedan navê şehîdê me yê mezin rêheval Berxwedan Tolhildan yê ku weke Fermandarê despêkê yê YBŞ’ê hilgirtibu, taybetmendiyên tolhildanê û Berxwedanê ji wî girt bu.
Rêhevalê me Argêş jî, ji malbatên me yên gelek şehîdên xwe yê hêja hene ji mala Zero ye. Di sala 2016’an tevlî refên YBŞ’ê bu. Ciwanek vê xakê ya gelek bi coş û heyecan bu. Di asta leşkerî de gelek pispor bu û bi kelecanek mezin diçu ser erka xwe û her dem weke dildarek azadiyê tevdigeriya.

Weke em dibînin dijminê vê xakê bi van êrîşan dixwaze çavê miletê me bi tirsîne, gel ji tekoşîna azadiyê dur bixîne û zexta desthilatdarî li ser vê axa pîroz bidin hîs kirin. Di hêlê din de jî bê aramî didin çêkirin ku vegera milêtê me ya Şengal bi van êrîşan bidin sekinandin. Dîsa di van rojên hilbijartinê de daxwaz dikin ku bê aramî û tevlîhevî bidin çêkirin. Ji bo li gorî xwe planên dagirkerî bidin avakirin. Bê guman ev daxwaz û planê dijminê me ye. Lê bendewariya me ji miletê me ew e ku li beramberî êrîşên xêr nexwazan bisekinin û bi bertekê xwe, bi hêrs û kîna xwe ya li hember dijmin seknekî xurt bidin raber kirin. Ji xwe dervî vê tu rêyek din nîne. Encax bi yek buyîna miletê me em ê van êrîşên hovane bidin sekinandin. Ji ber hêza gel li ser her tiştî ye. Me vê rastiya di rizgarkirina Şengal de dîte ku bi beşdar buna miletê me ya şerê berxwedaniyê re, çawa dek û dolabên dijminê ola Êzidatî, hate vala derxistin.
Li ser vê esasî em carek dinê bang dikin ku em rêka Berxwedan û Argêşan bişopînin, azweriya xwe ya azadiyê ji her dem zêdetir bikin. Em jî di huzura şehîdên xwe de, sond dixwin ku Şengala rizgarkirî ew ê her dem azad bimîne. Em nahêlin alên rureş li ser vê xakê ba bide û em siya dagirkeriyan li ser vê xaka pîroz nahêlin û em ê tola şehîdên xwe bigrin. Carek dinê em ji malbatên xwe yên hêja ji malbata şehîd Argeş û şehîd Berxwedan re sersaxî dixwazin

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button