Li mezarê Şehîdan pêşeng û Fermandarê Şengalê hatin bi bîr anîn.

Di merasîmeka bi heybet ya ku ji aliyê saziya malbatên şehîdên şengalê ve hqtibû organîzekirin de herdo pêşengê civaka Êzidî hatin bi bîr anîn
li ser navê saziyên Şengalê peyam hatin dayîn û ji bo pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan, soza bilindkirina têkoşînê hate dayîn.
Di 15’ê Tebaxa 2018’an pêşeng û Endamê Kordinasyona civaka Êzidî mam Zekî Şengalî, di 16’ê Tebaxa 2021’an Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê Seîd Hesen di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.
Herwiha di 17’ê Tebaxa 2021’an nexweşxaneya Sikêniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebaran kirin û di encamê de 8 Şervanên YBŞ’ê û di navde jî Endamên Komîteya Tendûristî a Şengalê hebûn Şehîd ketin. Ji bo bîranîna  Şehîdan li mezargeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê merasîmek hate lidaxstin û ji bo Şehîdan xêr hate belavkirin.
Mersîma bîranînê ji aliyê saziya Malbatên Şehîdan ve hatibû organîzekirin Di merasîmê de bi sedan xelkê Şengalê, Ereb, Êzidî, Serok Eşîr berpirsên leşkerî yên li Şengalê amade bûn. Herwiha şervanên YBŞ’ê YJŞ’ê, Asayîşa Êzdîxanê, TAJÊ’ê û PADÊ jî amade bûn. Meraîsmê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir.  Piştre mûm hatin pêxstin û axaftin hatin kirin.
Li ser navê saziya şehîdên şengalê Hemed Bişar, li ser navê Rêveberiya xweser xelef Qasim ,li ser navê fermandariya Yekineyên berxwedana Şengalê Pîr çeko ,li ser navê Partiya Azadî û Demokratiya Êzdiyan Hisên Hevî û li ser navê tevgera jin jî Xinê Xidir axivîn û peyamên xwe dan.

Piştî axaftinê li ser şehîdên Sikêniyê, Mam Zekî û Seîd Hesen sînevîzyonek hate pêşandin û mersîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ bidawî  bû.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button